Kurdî

Kurdî

32 yeni gönderi · 48 üye
108 syf.
9/10 puan verdi
Ev pirtûk wek kurtelêkolîneke lê bi her aliyê va jî rûbara çavkaniyan e. Di vê pirtûkê da jinenigariya 12 şaîrên me ên klasîk hene. Tişta herî balkêş ewe ku hemû angaştên xwe bi çavkaniyekî piştrast dike û ev kiryar ji bo lêkolîneran dibe rêya rastiyê. Elî Herîrî Feqiyê Teyran Melaye Bateyî Melaye Cizîrî Mensûre Girgaşî Mîna Macin Sadiq Bekir Bege Erzî Pirtew (Pertew) Şex Nûreddîne Birîfkanî Û Ahmedê Xanî Qala jiyana wan dike û bi helbestên wan berhema xwe dixemilîne. Ger ku hûnê bixwazin klasîkên me binasin dibê yekem bi vê pirtûkê dest pê bikin. Jixwe di vir da jî gelek rêya çavkaniyan dide nîşan û pêşkeşê me dike...
Şaîrên Klasîk Ên Kurd
Şaîrên Klasîk Ên KurdEbdurreqib Yusif · Weşanên Jîna Nû · 19985 okunma
96 syf.
10/10 puan verdi
Helbestvan, romannûs, stranbêj, wênexêz ... Û gelek tiştên giranbiha. Ferhad Pirbal kesayetekî paye bilind e. Ji her aliyê va xwedîyê behreyekî, ji her aliyê ve xwedî yê taqetekî ye. Di kîjan mijarê da lê dinêrî bi asteke bilind berhemek afirandiye. Ji bo danasîna mamoste Ferhad divê ji gotarekî bêhtir pirtûkek bê nivîsîn. Him bi aliyê jiyana wî ve him jî aliyê hûnera wî ve gelek têr û tijî ye û gelek bûyerên ciddî jî derbas bûye. Di demek nêzda wek dînekî di nav welêt da hat hesibandin bi rastî gelekî sedemên vê angaştê hebin jî divê beriya her tiştî mirov mamoste Ferhad binase û piştra vê biryarê bide. Ferhad Pîrbal kesayetekî ciyawaze ku di hebûna mirovahiyê da zû bi zû em nikarin rastê kesekî bi vê awayê werin. Xeyalfireh, ûtopîkî ya herî girîng; azad e. Azadî tişteke hêsan nîne û bi rastî kes nikare dest bixe lê Mamoste Ferhad ev tişt bi dest xistiye ku di hemû berhemên wî de ev tişt berçav e. Di vê berhama wî de azadiya hişê xwe bi tekuz nîşan dide. Bi heft wêneyan û bi heft kesan heft xewnên hevpar bi girêdaneke baş pêşkêşî me dike. Heft hevalin ku xewn dibînin û ew hevalan heman keçikê di xewnên xwe da dibînin, biryar didin ku vê xewnê bijîn. Çîrok li ser vê mijarê dest pê dike û hewl û xebata hevalan li ser vê mijarê didome. Çîrokeke gelek romatikî dihewîne û bi dirûvandinê mirovan dibe xeyaleke rengîn û kûr. Pirtûkeke kine lê yekcar hûn têbikevine di navê bandora wê pirtûkê yê bi salan li ser we bîmîne. Her demekî ki hate hişê we hûnê bêsedem rûken bin. Wekî min di serî de jî got divê mirov mamoste Ferhad binase û bikeve di nav xeyalên wî.. Kerem bikin bi berhêm mamoste, mamoste binasin.
Heft Wêney Rûtî Jinî Cenabî Wezîr
Heft Wêney Rûtî Jinî Cenabî WezîrFerhad Pîrbal · Avesta Basın Yayın · 201421 okunma
Reklam
112 syf.
10/10 puan verdi
Ew, helbestvanê têkoşîn û berxwedana agirîn a civakî ye...
Ji kitêbeke helbestê merheba. Ev kitêba Pablo Neruda ku Talat Înanç'î wergerandiye, peyv bi peyv risteyan cih dibe di dilî de. "Ji nav tevekên pirtûkên Neruda ev a bi navê Risteyên Kaptan xwedî girîngiyeke mezin e. Neruda, di van helbestan de bê çerx û çiv, û bi hêzeke ji erd û axê bejn avêtî, evîna xwe, û qirên û pevçûnên evîna xwe ya bi Matilde Urrutia re, ew dildara wî ya ku paşê di sala 1955an de pê re zewicî, dinivîse." Ez dixwazim çend gotinên wergêr ji Pêşgotinê jê der bikim. " Pablo Neruda, helbestvan, xweşmêrê tevger û çalakiyan ê ji welatê Şîlî, gelek caran wekî şairê herî binavûdeng ê sedsala bîstemîn tê nasîn. Yeqîniyeke bi vî rengî dibe ku ji mebesta xwe wêdetir be û welê jî ne di cî de be. Lêbelê Neruda, bi hest û hêza helbesta xwe, bi serkeftina xwe ya sergevez a bêhempa, ew serkeftina ku merg û giyanê evîn û têkoşînê, ewan sehekên herî xedar ên dil û hişê merî di peyvê de dipijîne, diafirîne û blind digerîne, û bi vî hawî jî di nav ciwan û têkoşerên seranserî dinê de bi nav û nasîn û rûmeta xwe ya gelek berfire, ji vê hizrê zêdetir e. Ew, helbestvanê "Spanya Di Dil De" ye. Ev, helbesteke ji wan vegotinên resen û bijare ye ku ji nav berxwedana Komara Spanya diqîre û di nav geremol û tundiya şerrê navxweyî de deng vedide. Ew, helbestvanê têkoşîn û berxwedana agirîn a civakî ye, wisa jî helbestvanė evîneke xedar a bi ar û pêt û şewt e... Bist Helbestên Evînê û Straneke Bêhêvî (1924), Risteyên Kaptan (1952), Sed Soneyên Evînê (1959) stranên wî ne ku wî ew ji kûrahiya behra evîna bêbalûpal a dilê merî derxistine û pêşberî me kirine. Xweş xwendîn bin.
Risteyên Kaptan
Risteyên KaptanPablo Neruda · Nûbihar · 202384 okunma
183 syf.
·
Puan vermedi
·
28 günde okudu
Dîn û mirov
Pir xweş e ku mirov dînê xwe bi zimanê xwe yê zikmakî hîn bibe. Û ev pirtûk ji bo vê kêmasiya me re çareserîyeke baş e. Min her roj xutbeyek dixwend û gelek xweş bû. Di pêşerojê de, bi îzna Xwedê ku zarokên min çêbin ez ê vê pirtûkê jî bikar bînim da ku dînê wan hînê wan bikim:))
Xutbeyên Kurdî
Xutbeyên KurdîM. Zeynel Abidin Keleş · Nubihar Yayınları · 01 okunma
80 syf.
5/10 puan verdi
·
3 saatte okudu
Helbestên watedar hebûn, lê gelek ferhengên tirkî hatin bikaranîn. Min zehmetî kişand ku peyveke kurdî bibînim. Lê dîsa jî min hez kir. Ne xerab bû, ne baş bû jî. Navîn. :)
Deriyê Dil - Guldesteyek Ji Şiîra Almanî
Deriyê Dil - Guldesteyek Ji Şiîra AlmanîAbdullah İncekan · 20218 okunma
220 syf.
10/10 puan verdi
Ev duyemîn romana Rênas Jiyan e ku min xwend. A ewil "Kavirên Anarşîst" bû. Rênas di herdu pirtûkan de heman şêweyên vegotinê û honandinê bikar tîne: di pirtûkê de çend bûyerên ku di serî de ji hevdu cuda xuya dikin hene. Lê di dawiyê de hemû bûyer bi a sereke ve tên girêdan û hemû têkilîyên di navbera wan de zelal dibin. Ev rêbaz, hêmana mereqê heta dawiya pirtûkê zindî dihêle. Lewma ez qet jê aciz nebûm, min herdu pirtûk jî di demeke kin de qedandin. Zimanê pirtûkê herikbar û helbestkî ye. Nivîskar, dikare bi çend hevokên kurt û zelal gelek hestên kûr vebêje. Ez ji xeynî şiroveyên li ser şêweyê û ziman naxwazim di derbarê naverokê de biaxivim ji bo "spoiler"an nedim xwendevanan. Lê dikarim bibêjim hemû mijar têkildarî êşên civaka Kurd e. Kuştiyên kiryarê wan nediyar (dewlet) , zimanê qedexe, cangoriyên azadiyê...
Stranên Sor Niviştên Mor
Stranên Sor Niviştên MorRênas Jiyan · Belkî Yayınları · 201841 okunma
Reklam
540 syf.
10/10 puan verdi
Min di vê jîna xwe de xweştir ji vê rojê nedi Şabaş ev dana xwedê ye têde em vedgevizin Min ji bo nişan ber û paxil hemi yoxilme kir Kil û kildan şeh û neynik min ji bêrîkê dizin. Ey Tirêjê dil bi kul bes rabe diwar bi guh in Mir eger bê b' ser me de em dê di çaled birizin
Dîwan
Dîwan
Dîwan
DîwanSeydayê Tîrêj · Peywend Yayınları · 09 okunma
276 syf.
10/10 puan verdi
Di pirtûkê de sê çîrokên cuda hene ku mîna çemên ber bi behrekî ve diherikin, di dawiya pirtûkê de digihêjin çîroka sereke. Şêweya vegotina çîrokan ji hev cuda ye: yek jî çavên leheng tê vegotin, yek bi nêrîneke xwedayî û yek jî wek ku ji leheng re bê gotin, tê vegotin. Bi vî awayî honandina pirtûkê herikbar dibe û kêfa xwendinê zêdetir dibe. Mijar, têkilîyên serdest û bindestan e; di jiyana kar de, di jiyana malbatê de...
Kavirên Anarşîst
Kavirên AnarşîstRênas Jiyan · Belkî Yayınları · 202110 okunma
244 syf.
9/10 puan verdi
·
Beğendi
·
23 günde okudu
Momeste Rênas wekî her carî dîsa zimanê xwe yê helbestî û arî û hêstiyarî di vê pirtûkê bi navê Spîtamayê de jî nîşanê me dide. Di aliyê din de jî kesayetên ku di dîrokê de hatine jibîrkirin bi bîr tînê. Bi piranî li ser kesayeta Spîtama (Zerduşt) disekine û tê dîtin ku fikir û ramanên Spîtamayî di rewşekî zor û zehmetîyê de çawa meşandiye bi me dide jiyankirin. Her pelên pirtukê peyamekî taybet û girîng e ji bo xwendevanan re . Slogana wî ya herî navdar ; ramanên baş, gotinên baş û kirinên baş e ku ev slogan ji bo rizgarbûyîna civakê re têgehên girîng in û divê her mirov bi wan têgehên re biponijin.. Ev her sê peyv di nava rûpalan de tê dîtin ku di nava xwe de têkiliyekî sîmbiyotîk çêdikin. Kengî raman nebaş be, di gotin û kirinên de xetereyekî derdikeve ku ev jî neyîniyan rêz dike... Bi rastî jî mirov kengî naveroka pirtûkê dinêre, ji ol zêtedir felsefe dibîne, cûdatîya ol û bawerî dibîne û diyalektîka xweza û jiyan û mirov dibîne û her wekî din. Tiştekî pir balkêş heye ku ev pirtuk ecizbûnî çênake. Hem ziman, hem gotin, hem jî fikra wî, mirov naêşêne. Min xwend. Ez pir kêfxweşbûm hûn jî bixwînin bi kêfxweşbin :)
Spîtama
SpîtamaRênas Jiyan · Belkî Yayınları · 201828 okunma
96 syf.
10/10 puan verdi
Dosya: Medyaya Civakî
Ji jimara 166an a kovara Nûbiharê merheba! Wek pêşgotina edîtorê kovarê brz.Suleyman Çevîk gotî; ez jî gelek bextiyar û şanaz im ku bi xwendineke serûbinî a kovarê li pêşberî we me. Belê, di vê jimarê de jî dosyayeke têr ê tuje amade kirine, navê dosyayê wek sernav de min nivîsiye; "Medyaya Civakî" ye. Dosya bi edîtoriya Ahmed Kanî
Nûbihar Dergisi - Sayı 166
Nûbihar Dergisi - Sayı 166Nubihar Dergisi · Nûbihar Yayınları · 20243 okunma
374 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.