ez hogirî te bûme
wek hovekî ku hîn nû ji xwe re agir keşf kiribe
gerek ez te têxim dilê xwe
pê şîr bidim,
şîn bikim xirbeyê hestiyên xwe
fam bike wî! ez şorikî bûme
heke sûravk be jî gerek ez vexwim lêvên te
tu binefş î,
direfşa evînê yî,
şeveke şêrîn û naşî...
Belkî