di her du çavên wî de guneh dikeniya
li ser rûyê wî heyv dikeniya
di rêgeha wan lêvên bêdeng de
pêtek bê star dikeniya
şermok û tije ji pêdiviyeke lal
bi nihêrîneke rengê mestiyê didan
min li herdu çavên wî nihêrî û got:
divê ji evînê hasilek bê hildan
siheh li ser sihekê ve tewiya
di veşargeha razperwer a şevê de
henaseyek li ser lamekê liviya
maçekê pêt veda di nav du lêvan de
Furûx feroxzad
Welatê kurda tev xêr û bêr e
Hemî maden e tev ziv û zêr e
Lê çi bikim îro maye j’xelkê re.
Welatê kurdan hemî çîmen e
Egîd û sêr û piling tê hene
Hemî haval û pismamên me ne.
Çi hewa kî aramî ..
Ez ji saet şeşan da di vê aramiyê de me, ji van saetên sibehê gelekî hez dikim. De rabin rabin mala mirtiba bi seknê xera dibe :))
Rojbaş hevalno 😌☕