Dema ku mirîd ji mala şêx dizivirîn, nanê "tiberkê" ji me re tanîn. Dê û bavê me, ew nan didan me û ji me re digotin bixwin tiberka mala Şêx e. Tevî hişkbûna wî nanî, ew nan li ber dilê me zarokan nerm û xweş bû!
Zinarê Şine - Colemêrg
Ev çiya li ser rêya Çelê ye. Ji Colemêrgê 40 km dûr e. Ji bo ku li ser rêya Çel- Şirnexê ye mirov çi dem bixwaze dikare bibîne. Cihê ku du çem digehin hev mirov dikare masiyên cur be cur bigire.