di her du çavên wî de guneh dikeniya
li ser rûyê wî heyv dikeniya
di rêgeha wan lêvên bêdeng de
pêtek bê star dikeniya
şermok û tije ji pêdiviyeke lal
bi nihêrîneke rengê mestiyê didan
min li herdu çavên wî nihêrî û got:
divê ji evînê hasilek bê hildan
siheh li ser sihekê ve tewiya
di veşargeha razperwer a şevê de
henaseyek li ser lamekê liviya
maçekê pêt veda di nav du lêvan de
Furûx feroxzad
Welatê kurda tev xêr û bêr e
Hemî maden e tev ziv û zêr e
Lê çi bikim îro maye j’xelkê re.
Welatê kurdan hemî çîmen e
Egîd û sêr û piling tê hene
Hemî haval û pismamên me ne.