Ê lê Gulê rebenê ezê gul im gula di zinar da
hey waê ha hayê ha hayê eman hey waê
gidî ez gul im gula di zinar da
xelkê gulê xwe çinîne
gula mi mabû li qeyayê asê
li bêlanê bilind bi ser mi da sî û mêl û xwar da
mi sond xwarî terka bejna zirav nadim
heya serê mi nedin ber tawan û şidêdan
bi destê mi negirin mi daneyne qebra reş û tarî
qebra germ û sar da
zalimê te ez xapandim ji par û pêrar da
ê hey waê ha hayê eman hey waê hey waê,
berxê heya dunya xweş ava be
ezê ji te ra bibêjim heywaê
felek fanî ye boş dunya ye
bi gênciya xwe guven mebe
emre ku çû nazivire bi şûn da nayê
te ez dîn û har dikirim berdame rû dunyayê
aqûbeta min û te va bû aqûbeta Mem û Zînê,
Hesen û Belqîzayê sebrê Ûsiv û Zulêxayê
Rebî mi ji te ra nego ne ez gune me
Xwedao ne ez gune me
şefaet li Resûlê Ekrem be, rihmet ji te be
di kaviliyê gunda da ez qûl û evdê te me.