Ez di sala 1966 li gundekî nêzîkî Colemêrgê hatime dinyayê. Ji ber ku babê min mela bû, hêj 4-5 saliya xwe min dest bi Qur’an xwendinê kiribû. Min mekteba seretayî li gund, navend û lîse jî li Colemêrgê qetand/xilaskir. Di wexta Îmam Xetîp xwendinê de min nêzîkî salekê jî dewama medresê û kitêbên rêzê kirin. Di sala 1989 de min li weşanxaneyekê kar kir. 1991 û 92 ê de jî pêşiyê li Yenî Ulke û Azadiya Welat paşê jî Ozgür Gundemê de nûçevanî kir. 1992 heta 2002 ê de di Zindanê de mam. Paşê derketim û niha li Hekkarî û Wanê dijîm…
Bizan ku min yar tu yî
Dil jê birîndar tu yî
Ez kuştim yekcar tu yî
Bi dest û hem yar tu yî
Daîm dinalî ez im
Zar zar dikalî ez im
Hero di çalî ez im
Yar di xeyalî ez im/
Dûr ji wî halî ez im
Ya qenc li dinya tu yî
Ya li ber kaniya tu yî
Nûra roniya tu yî
Mehbûba dilan tu yî
Aşiqê Nûrê ez im
Wekî di gorê ez im
Kela difûre ez im
Dûr ji huzûrê ez im/
Feqiyê Teyran ez im