Alê kurdan di nav rok
Çi bedew û biheybet
Bi çar reng î, rengên te
Çi delal û çi xweşkok
Xêzek kesk û xêzek sor
Nav spî û nîvek zer
Keskesor e, bi roj e
Ev li jêr û ew li jor
Çend roj berê Kurdên me yê hûmanîst hebûn, ji bo Filistinê digiran. Cê ka bibêjine wan bila bistekî westa xwe daynin ji ber ku agir li mala wan ketiye di nav dilê wan de ew hatine tune kirin. Li Colemêrgê a li kêleka wan agir nijada wan girtiye bila çend gotinên hûmanîst ji bo xwe jî bibêjin. Lê dibe ku ji ber zêde girîna Filistînê kor û kerr bûne Kurdistana xwe nabînin û nabihîzin...
Neyên nebêjin filistin doza mirovahiyê ye, ji we nemirovtir kes tune ye. Xalî li serê we be!
We qet mirina xwe meraq kiriye?
An jî hûn qet mirina xwe difikirîn?
Piştî ku hûn bimirin yê çawa be?
Meriv dikare bi vê awayê sedan pirsan bike. Ev pirtûk ji bo bersivên wan pirsan di cih da ye. Ev pirtûk giringiya kêliyê bi hostatî pêşkêşî me dike.
Camêreke 26 salî di nav Kûçeya Erdîşê bi hovî tê qetil kirin û bûyer li ser vê ye. Ev camêr ji kuştina xwe heyanê bin axkirina xwe qal dike. Di kêliya mirinê da di çi hîsekî da ye, bi xwîneran dide hîs kirin û tatêliya meriv dema mirina xwe dide tahm kirin. Gelo meriv mirina xwe bibînê yê çi hîsê bide? Ev meraqa merivan ji me ra dibêje û gav bi gav bi laşê xwe ra diçe.
Meriv bimire jî dîsa siya meriva heye. Dema camêr li nav sûkê bi heft guleyan tê qetil kirin laşê wî li erdê dimîne û dîsa jî siya laşê wî heye û siya laşê wî mirîtiyê nade nîşan. Dema ku çal dikin jî siya wî heye lê dema dikeve bin axê êdî siya wî jî dimire. Wê demê şûndatir siya axê heye lê siya merivan holê radibe. Xwezî meriv bikariba siya xwe zindî bikira û bi mirina laşî ra ew neçûya, her tim li gel dê, bav û hez kiriyên me bûya.
Vegotina bûyeram wek vegotina dayikên me ên ku şevan di nav nivînan da çîrok vedigotin. Çawa ku nivîskar li hember we rûniştibe û ji we ra bûyerê qal dike. Vegotineke sivik, herikbar û bi şayesandin.
Ger ku hûn bixwazin piçekî hestiyar û vê hestiyarî lê dêrûniya xwe bar bikin kerem bikin bixwînin...
Siya Mirinêİrfan Yıldız · Ronya Yayınları · 20231 okunma