Hey pale, pale
Das limalê betale.
Paleya genmê sore
Patozan gore, gore
Palan hawirda dore, Çavê maldaran kore.
Hey pale, pale, pale
Das li malê betale.
Paleya genmê şine, Patozan tev çinine.
Pale li hawir civine
Zarok li mal birçîne.
Hey pale, pale, pale
Das li malê betale.
Ez ji xew rabûm, gulfiroşek dî,
Pir gelek şa bûm, gul bi dil didî.
Gul bi dil didî.
Hebû me yek dil, tev jan û kul bû,
Ne bûme bawer, gul bi dil bidî.
Gul bi dil bidî.
Bazar me kir go, ser bi ser nadim,
Ê gulperest bî, can û dil didî.
Can û dil didî.
Min go kî didî, can û dil bi gul,
Go: ev bazar e, dil bi kul didî.
Dil bi kul didî.
Min can û dil dan, dil kiriye qêrîn,
Go ho Cegerxwîn, dil bi gul didî.
Dil bi gul didî.