Min xwe bi nivîsê nas kir, qirêja kesayetî û giyanê xwe pê paqij kir, ez bi nivîsê rabûm ser xwe û kemilîm. Ez bi nivîsê bi xwe re li hev hatim û min bi nivîsê xwe efû kir. Piştî xwe min hemû însanan efû kir. Di dilê min de kîn û rikên şexsî nema. Ez bi nivîsê xwe azad hîs dikim. Nivîs hêzeke avzûnî dide min, pê xwe wek xwedawendekî hîs dikim. Dema dinivîsim afirandin nebe jî – nivîskarî ne afirandin e, dîtin, diyarkirin û bi awayekî estetîk lihevanîn e- diyarkirin û qontrolkirina tiştên wek zeman, mekan, fikir, hest, leheng, bûyer hwd. tev di destê min de ye. Hewla min ew e ku ez bi nivîsê berê ji xwe re, paşê ji gelê xwe re û pê re jî ji mirovahiyê re cîhanek gulanzêrîn ava bikim. Ez dixwazim hemû mirovan ji xerabî û xezeba dile wan bişom, hemûyan bikemilînim, azad bikim û dizanim ev rêwîtiya ber bi Çiyayê Qaf de ye. Dibe xwe negihînim wir lê derketina ser vê riyê jî xweş e.