Evên dil bi jan û êş kî ne gelo?
Nas nakim, lê gelê min in.
Wer em herin.
Nas nakim, lê bangî min dikin
û dibêjin "em dil bi jan û êş in."
Wer em herin
Û ji min re dibêjin: "Gelê te, gelê te ye bênesib,
di navbera çem û çîyê de,
birçî, dil bi kul û xem
naxwazin tenê têbikoşin,
li benda te ne, hevalno."